• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Berdevkê HUDA PARê: Di dema ku tê de îdam berdewam dikin de asayîbûna pêwendîyan a bi Misirê  ne rast e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Di wextekî ku tê de hewl tê dayîn di navbera Tirkîye û Misirê re pêwendî bê danîn de ev îdam tên kirin ku ev yek gelek manîdar e”

Demîr di destpêka daxuyanîya xwe de balan kişand li ser rewşa Mislimanên li Misirê û diyar kir, li Misirê herî dawî 17 Misliman hatin îdamkirin û niha 1288 Misliman bi cezaya îdamê tên darizandin. Demîr dû re wiha got:” Li Misirê însanên masûm nexasim jî kesên ku endamên Îxwanê ne di zindanan de tên girtin. Niha cezaya îdamê ya 76 kesan tekez bûye û 1288 kes jî bi cezaya îdamê tên darizandin. Di wextekî ku tê de hewl tê dayîn di navbera Tirkîye û Misirê re pêwendî bê danîn de ev îdam tên kirin ku ev yek gelek manîdar e. Eger hevdîtin û pêwendî ji bo sekinandina qetlîam û zilmên ku tên kiribin, be  baş e.Lê heke ne wisa be, di dema ku tê de îdam berdewam dikin de asayîbûna pêwendîyên di navbera Tirkîye-Misirê de ne rast e. Divê ji van îdaman re bertek û reaksîyona lazim bê nîşandan û dawî li vê zilmê bê zanîn sazîyên mîna NY yên navneteweyî û temamê Mislimanan zextan li Sîsîyê darbeker bikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir