• DOLAR 32.528
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2435.104
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Komela Dadgerî û Yekgirtiya Îslamî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di du hevdîtinên cûda de li gel her yek ji Mamosta Elî Bapîr Serokê Komeleya Dadgeriya Kurdistanê û Mamosta Selahedîn Mihemed Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û berpirsên her du aliyan, rewş û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, pirsa amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke din hatin nirxandin.

Di her du hevdîtinan de tekez li ser girîngiya berdewamiya karê pêkveyî û hewldana hemû aliyaneya alî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê yekrêzî û tebayî da kirin û rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî sêwana komker ya hemûyan bi bilindî hate nirxandin.

Hemû hevrê bûn ku rûbirûbûna gefên niha û paşerojê ya Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo hebûna çarçêweyekî karê hevbeş ya di navbera aliyan ya bi navê parastina berjewendiya bilindên Herêma Kurdistanê da dûrî li nakokî û cûdahiyên siyasî, erkê hemuyane.(ÎLKHA)

 


Bu haberler de ilginizi çekebilir