• DOLAR 35.42
  • EURO 36.461
  • ALTIN 3048.59
  • ...
Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şandaya digel Zarîf ji Îrec Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê û Nesrulla Reşnûdî Konsolê Komara Îslamiya Îran li Hewlêrê û Mehdî Şuşterî Konsolê Komara Îslamiya Îranê li Silêmanî û hejmarek ji karbidest û şêwirmendên Wezareta Derveya Komara Îslamiya Îranê pêk dihat.

Di hevdîtina ku li Selahaddînê hat kirin de Fazil Mîranî Sekreter û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasiya Iraqê û êrîş û gefên li ber Iraqê guftûgo kirin. Her wiha Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê ragihand ku aramiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybetî heye.

Bi heman awayî di civîna ku hat kirin de di derbarê rêyên ji bo gihîştina bi aramiya Iraqê û navçeyê û rûbirûbûna terorê û tundiyê de danustandina bîr û ramanan hat kirin û tekez jî li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û pêşxistina wan peywendiyan hatin kirin.

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir