Li Herêma Kurdistanê 12 kes ji Coronavîrusê mirin û hezar û 158 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi hezar û 158 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 12 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3799 kesan; her wisa bi pêketina hezar û 158 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 133 hezar kesan.(ÎLKHA)