• DOLAR 32.345
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2311.18
  • ...
HUDA PAR:Qedexeya  perwerdehîya bi zimanê zikmakî problemeke sereke ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Qedexeya  perwerdehîya bi zimanê zikmakî problemeke sereke ye û li benda çareserîyê ye”

Demîr di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, Wezîrê Perwerdehîyê Zîya Selçuk di daxuyanîya xwe de maddeya 42yemîn a destûrê “Di mekteban de ji bilî zimanê Tirkî bi ti zimanê din perwedehî nikare ji welatîyên Tirk re bê dayîn” di bîran xist. Demîr dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “ Bi şikleke eşkere xuya dike ku ew tiştê ku azadî û mafên însanî û şîarên hiqûqa gerdûnî îhlal dike Destûra Darbeyê ya 1982yan e. Daxuyanîya Wezîrê Perwerdehîyê jî nîşan daye ku destûra heyî li ser înkarkirin û dûrxistinê hatiye avakirin.Qedexeyên ku di warê şîarên hiqûqa navneteweyî, wekhevîya di perwerdehîyê de, wekhevîya welatîyan a di warê mafan de û qedexeya  perwerdehîya bi zimanê zikmakî û yên mîna wan li Tirkîyê problemên sereke ne û li benda çareserîyê ne. Heta ku ev qedexeyên ku wek bawerîyekê hatine qebûlkirin hebin ew ê biratî û hizûr neyê tesîskirin. Tirkîyê demildest divê ji vê rewşa nebaş û qambax rizgar bibe û wan nirxên biratî û digelhevîyê ya medenîyeta Îslamê tesîs bike.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir