• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Nêçîrvan Barzanî ji ber salvegera jenosayda Kurdên Feylî peyamek belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em daxwaz ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bigihîne”

Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir: “Ji welat derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêseruşûnkirina dehan hezarên din, ji wan wergirtina regezname û zeftkirina mal û mulkên wan, jenosaydeke regezperestaneya Be’es bû beramber bi Kurdên bêgunehên Feylî ku ji bilî Kurdbûn û dakokîkirina li nasname û mafên rewayên mîlletê xwe, çi tawan û xetayeke wan nebû.Nasandina wan tawanan bi jenosayd ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ve, biryareke dadperwerane û rewa bû, ew biryare dewlet û hikûmeta Iraqê dixe ber erk û berpirsiyariya qerebukirina maddî û me’newî ya qurbaniyan û ziyanlêketiyan. Daxwaz ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bigihîne û mulk û mal û regezname û mafên wan yên medenî û qerebûya ziyanê ji bo Kurdên sîtemdîtiyên Feylî bi cîh bîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.Silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind ra dişînîn. Xebat û dilsozî û qurbanîdana xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî, herdem cihê şanaziya gelê meye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir