• DOLAR 32.465
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2453.279
  • ...
Barzanî: Pesendkirina budçeya Iraqê pêngeveke erênî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; pesendkirina budçeya Iraqê pêngeveke erênî ye û dû re wiha got: “Bi helkefta pesendkirina budceyê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, destxweşiyê li hemû aliyên siyasiyên Kurdistanî û Iraqî dikim. Her wiha spasî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên dinê di nava Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku bi ked û hîmet û pêdagiriyê ve karîn li gel hevdû bigihin encamê û beşa Herêma Kurdistanê jî li budceya Iraqê da cêgîr bikin.Pesendbûna budceya Iraqê hengaveke erênî û bi rêyeke diruste û hêviya ewe dixwazîn ku destpêkek bê ji bo bihêzkirina bingehên diyalogê û pêkvejiyana aştiyane û her wiha vegerandina bingehên şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir