• DOLAR 32.379
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.646
  • ...
HUDA PAR çû serdana PAKê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya HUDA PARê ji teref rayedarên PAKê ve hat pêşîwazîkirin.Di hevdîtina ku hat kirin de Yilmaz destnîşan kir, ji ber ku destûra heyî ya darbekeran e tê de hebûn û zimanê Kurdan nayê qebûlkirin ku divê ji ber vê yekê ev destûr bê guherandin.

“Muheqqeq divê ev destûr bê guhartin”

Di hevdîtina ku hat kirin de Mehmet Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir: “Weke hûn jî dizanin di rojevê de guhartina destûrê heye. Em jî di vê bergehê de partîyên siyasî ziyaret dikin û fikr û ramanên xwe bi wan re parve dikin. Em dibêjin ku muheqqeq divê ev destûr bê guhartin.Lewra destûra heyî ya darbekeran e û tê de hebûn û zimanê Kurdan nayê qebûlkirin, Misliman û dîndar nayên qebûlkirin ku divê ji ber vê yekê ev destûr bê guhartin.Ev guhartin dixwaze ji bo Tirkan be, dixwaze bila ji bo Kurdan be û  dixwaze bila ji bo Ereban be ferq nake. Muheqqeq divê bê guhartin.”

Vahît Abayê Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Azadîyê ya Kurdistanê  jî di hevdîtinê de destnîşan kir, di vê destûra nû ya ku tê xwestin bê amadekirin de hebûna Kurdan bê qebûlkirin û dû re wiha got: “Di vê destûra nû de divê heqê Kurdan jî hebe. Di wan destûrên ku heta niha hatin amadekirin de hebûna gelên ku li Tirkîyê dijîn hat înkarkirin û tev Tirk hatin qebûlkirin. Em dibêjin 25 milyon Kurd li vî welatî dijîn ku divê hebûna wan di destûrê de bê qebûlkirin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir