• DOLAR 32.261
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2400.146
  • ...
Avrupa Yetim Eli li Afrîkayê ji êtîman re alîkarîya goştê sor kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîya alîkarîyê ji bo feqîran bi dehan heywan jê kir.

Rayedarên komeleyê li Ugandayê mekteba ku lê 800 xwendekar dixwînin ziyaret kirin. Dû re ji bo xwendekarên ku li yetîmxanê dimînin heywan dan serjêkirin.

Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli  Abdurrahman Altun derbarê xebatên ku tên kirin de daxuyanîyek belav kir.

Altun di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê xebatên xwe yên alîkarîyê li Afrîkayê bidomînin û dû re wiha got: “Ji îro pêve ji ber sê mehên mibarek me li Afrîkayê xebatên xwe yên alîkarîyê da destpêkirin. Me wan eqîqe, nezr û qurbanên ku xêrxwaz dabûn me ser jê kir. Em niha li yetîmxane û mektebeke ku lê 800 xwendekar hene ne. Li mektebê him ilmên Îslamî û him jî yên fennî tên dayîn. Me heywanên xwe da serjêkirin û belav kir. Em ê xebatên xwe bidomînin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir