Li Herêma Kurdistanê 4 kes ji Coronavîrusê mirin û 114 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 114 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 4 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3541 kesan; her wisa bi pêketina 114 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 110 hezar kesan.(ÎLKHA)