Li Meksîkayê 877 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 181 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 877 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 877 kesên din hejmara mirîyan derket 183 hezar û 692 kesan.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 8 hezar û 462 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 183 hezar û 692 kesan.(ÎLKHA)