• DOLAR 32.365
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2323.403
  • ...
Ji ber întîharên ku zêde dibin li Japonyayê Wezîrê Tenêtîyê hat tayînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di pêvajoya Coronavîrusê de li Japonyayê waqayên întîharê zêdetir bûn ku ev yek bû sedem hikûmet di vî warî de gavine bavêje.

Ji bo pêşîya întîharan bê girtin Tetsushi Sakamoto ji teref Serokwezîrê Japonyayê ve wek Wezîrê Tenêtîyê hat tayînkirin.

Sakamoto derbarê mijarê de daxuyanîyek da û destnîşan kir, Serokwezîr ez wezîfedar kirim da ku ez bi însanên ku tenê mane û ti kesî wan tune ye eleqedar bibim

Li Japonyayê  waqayên întîharê ji sedî 70 zêde bûn

Serokwezîrê Japonyayê Yoshihide Suga di daxuyanîya ku berî niha belav kiribûn de destnîşan kiribû, di meja Cotmeha sala 2020î de 880 pîrek xwe kuştin ku ev rêje li gor heman meha sala borî ji sedî 70 zêdetir e.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir