Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 79 hezar û 194 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 15 hezar û 89 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 15 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 4 milyon û 42 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 507 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 79 hezar û 194 kesan.(ÎLKHA)