2 kesên ku derheqê Zanîngeha Bogazîçîyê de parvekirinên provakatîf dikirin hatin girtin
2 kesên ku derheqê bûyerên li Zanîngeha Bogazîçîyê de li ser medyaya civakî parvekirinên provakatîf dikirin hatin tewqîfkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; B.Byê ku bikarhênerê hisaba bi navê “Boğaziçi Dayanışması” û M.Uyê bikarhênerê hisaba "Diriliyoruz" ji ber kirina sûca tahrîkê hatin girtin.(ÎLKHA)