• DOLAR 32.29
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2405.22
  • ...
Barzanî daxwaz ji Wezîrê Iraqê kir:Zordarîya li ser Kurdên deverên Kurdistanî bisekinînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ji Wezîrê Dadê yê Iraqê xwast, pêşiya wan binpêkirin û zordariyên ku li deverên Kurdistanî li hember Kurdan tên kirin, bigirin û nehêlin demografiya wan deveran were guhertin.

Di civînê de behsa hemahengî û hevkariya di navbera dezgehên dadwerî, dadgeh û dezgehên pêwendîdar yên hikûmetên Kurdistanê û Iraqê de hat kirin.

Di hevdîtinê de her wiha behsa girîngiya parastina mafên mirov û qerebûkirina mexdûran û malbatên Enfalkirî û kîmyabaran û wêrankirina gundên Kurdistanê ji aliyê rêjîma berê ve hat kirin.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê ji wezîrê dad yê Iraqê xwast, pêşiya wan binpêkirin û zordariyê ku li deverên Kurdistanî li hember kurdan tên kirin, bigirin û nehêlin demografiya wan deveran were guhertin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir