Serokê Meclîsa Filistînê Bahr: Divê em pêkve li dijî dijbertîya Îslamê birawestin
Ahmed Bahrê Serokê Meclîsa Filistînê destnîşan kir, divê Misliman li dijî êrîşên ku tên kirin bibin yek.
![Serokê Meclîsa Filistînê Bahr: Divê em pêkve li dijî dijbertîya Îslamê birawestin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/fd3HwWB076eVBrNUUcW6KywDb90=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/04/seroke-meclisa-filistine-bahr-dive-em-pekve-li-diji-dijbertiya-islame-birawestin-8e5effdc.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Sempozyuma bi navê “Sempozyuma Navneteweyî ya Dijberîya Îslamê” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.
Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî tê weşandin.
Ahmed Bahrê Serokê Meclîsa Filistînê jî beşdarî sempozyumê bû û derbarê mijarê de axavtinek kir.
Bahr di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser ehemîyeta yekîtî û wehdeta di nav Mislimanan de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em pêkve li dijî dijmintîya Îslamê birawestin. Emperyalist her tim hewl didin ku di nav me de tefrîqa derkeve û em ji hev dûr bikevin. Her wisa hewl didin doza Filistînê dabeş bikin.Komployeke kîndar û genî di holê de heye. Ew gotin û çalakîyên ku ji teref Macron ve tên kirin zilma herî mezin a ku li hember Îslamê tên kirin e.Divê em tevde li hember van êrîşan birawestin.”(ÎLKHA)