• DOLAR 32.562
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2442.427
  • ...
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Divê aramiya navçeyê parastî be
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û şanda pê re kir.

Di hevditinê de Nêrçîrvan Barzanî û Hulusî Akar peywendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina karê hevbeş kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser parastina aramiya navçeyê û girîngiya hevkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê ya ji bo parastina aramiya navçeyê kirin.

Barzanî ji bilî spaskirina Tirkiyê ya ji bo hevkariyên li şerê dijî DAIŞê de yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, tekez kir ku nabe axa Iraq û Herêma Kurdistanê wekî pêgehek ji bo êrîşkirina li Tirkiye û welatên cîran bê bikaranîn û hêvî xwest di vê mijarê de Iraq erkê xwe bi cih bike. Herwiha şanda mêvan piştrast kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem li navçeyê de dibe faktoreke aramiyê.

Pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiye di hemû waran de, peywendiyên Hewlêr – Bexda û kêşeyên li ber proseya siyasî û şerê DAIŞê, warên alîkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de, rewşa navçeyê bi giştî, rêkeftina Şingalê û girîngiya bi cihkirina wê, girîngiya parastina sînoran û asayişa wan, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê, çend mijareke din ê civînê bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir