Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 78 milyon û 376 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 78 milyon û 376 hezar û 844 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 724 hezar û 325 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 18 milyon û 684 hezar û 628 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)