Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 60 hezarî
Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Tenduristîyê ya Gel a Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 17 hezar û 565 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 2 milyon û 460 hezar û 555 kesan.
Tê diyarkirin di 24 seatên dawî de 189 kesên din jî ji ber vîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 60 hezar û 418 kesan.(ÎLKHA)