Wezareta Pêşmerge: “Hêzên YPGê sînor derbas kirin û êrîşî Pêşmergeyan kirin”
Wekîlê Wezareta Pêşmergeyan Serbest Lezgîn destnîşan kir, doh êvarî komek YPGyî sînor derbas kir û êrîşî xaşa kontrolê ya Pêşmergeyan kir.
![Wezareta Pêşmerge: “Hêzên YPGê sînor derbas kirin û êrîşî Pêşmergeyan kirin”](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/o4dvN2hhDsdFXKQi1Jd6b5P9hdg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/51/wezareta-pesmerge-hezen-ypge-sinor-derbas-kirin-u-erisi-pesmergeyan-kirin-c8ac9a00.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Lezgîn di berdewama daxuyanîya xwe de bang li Koalîsyona Navneteweyî kir da ku di vî warî de helwestekê nîşan bidin û dû re wiha got: “Mezlûm Abdî berî niha got ku Pêşmerge êrîşî wan kirine ku ev yek nerast e û derew e. Em dibînin ku Mezlûm Abdî û hevalên wî ji ber zexta PKKê nikarin bi azadane fikrên xwe beyan bikin.”(ÎLKHA)