• DOLAR 32.604
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2430.598
  • ...
Mamosteyê Mêrdînî li ser medyaya civakî bi zimanê Kurdî danasîna otomobîlan dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Youtuberê bi navê Mehmet Emîn Cirik dibêje “Armanca min ew e ku arşîva vîdeoyê û lîteratura bi zimanê Kurdî amade bikim.”

Cirikê ku li gundê Mensûrîyeya  Mêrdînê mamostetîya Kurdî dike û li ser Youtubê kanalele bi navê Otomobîla Min vekirîye ev çend meh e danasîna otomobîlan bi Kurdî dike.

“Ev karê ku ez dikim li xweşa gelek kesan diçe”

Cirik di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew berî vê  2 meha li ser Youtube kanaleke bi navê “Otomobîla Min” vekirîye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku ez wesayîtekê ji xwe re bistînim min lêkolînek kir. Dû re di warê teknîkê de meraq bi min re çêbû. Piştî ku min wesayît ji xwe re stand û min lêkolîna xwe domand. Min derheqê temamê modelan de lêkolîn kir. Dû re min ji xwe pirsî ‘Tu çima danasîna wesayîtan bi Kurdî nakî?’ Berî vê  2 meha li ser Youtube kanaleke bi navê ‘Otomobîla Min’ vekir. Niha jî ez danasîna wesayîtan bi Kurdî dikim. Ez  ferqê naxim navbera modelan, hema ji berê ve ez danasîna wan dikim. Ji karê min re eleqeyeke mezin tê nîşandan ku ev yek min kêfxweş dike. Niha bi hezaran kes kanala min dişopîne. Ev karê ku ez dikim li xweşa gelek kesan diçe.”

“Me bi şikleke amator dest bi kişandina danasîna otobîlan kir”

Cirik di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, di destpêkê de birazîyê min kêşanan dikir û dû re wiha got: “Dû re hevalekî min xwest ku ew kêşanan bike. Min bi xwe jî dixwast ku kêşanên me resentir bin, lê derfetên min tune ye. Niha hevalê min bi telafonê kêşanê dike û montajên wan dike. Berîya kêşanê ez lêkolînê dikim û mijarê bi temamê zimanan lêkolîn dikim. Dû re ew tercumeya wê bi Kurdî dikin û didin weşanê.”

“Armanca min ew e ku arşîva vîdeoyê û lîteratura bi zimanê Kurdî amade bikim”

Cirik di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji xeynî hesaba wî ya Youtube hisabekî blog jî heye û ew li ser wir taybetîyên wesayîtan dinivîsîne û dû re wiha got: “Li gorî lêkolînên ku min kirin, heta niha di vî warî de heta niha tu xebat nehatine kirin.Ez bi vê yekê dixwazim him karekî ku jê hez dikim bikim û him jî arşîva vîdeoyê û lîteratura bi zimanê Kurdî amade bikim. Ji ber ku li vê derê Kurd dijîn min hewce dît ku ez vî karî bikim.Ez taybetîyên wan wesayîtên ku danasîna wan dikim li ser hisaba xwe dinivîsînim.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir