• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Qamişlo û Dirbesîyê êrîşa çekdarî li ofîsên ENKSê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Beşar Amînê Endamê Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Sûrîyê li ser bûyerê li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, kesên ku nasnameya wan nediyar in li Qamişlo û Dirbesîyê bi çek û molotofan êrîş birin li ser ofîsên wan.

Amîn di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir kesên êrîşkar kar hewl dan wesayîta Alîkarê Serokê PDK-S Şerîf bişewitînin û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Koma ku êrîş bir li ser ofîsên me êrîşî malên endamên me jî kirin. Agirê ku pê ket hat tefandin û tiştek bi serê tu kesî nehat.”

Beşar Amîn destnîşan kir, êrîşek li ofîsa wan a li Qamişloyê jî hatiye kirin û ev yek ji bo gotûbêjên di navbera Kurdan de bên sabotajkirin tên kirin.(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir