• DOLAR 32.324
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2299.689
  • ...
Saglam:“ Li tevahîya cîhanê  820 milyon însan bi birçîbûnê re rûbirû man”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Bes di saleke dawî ya pêvajoya pandemîyê de 132 milyon însan bi birçîbûnê re rûbirû man”

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de di bîran xist ku “Civîna 3yemîn a Teşkîlata Ewlehîya Xurekê ya Îslamê li ser înternetê di mazûvantîya Tirkîyê de hat kirin” û dû re wiha got: “ Di civînê de hat destnîşankirin li welatên ku endamên Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamê 64 milyon û 500 hezar û li tevahîya cîhanê jî 820 milyon însan bi birçîbûnê re rûbirû mane. Bes di saleke dawî ya pêvajoya pandemîyê de 132 milyon însan bi birçîbûnê re rûbirû man.Li tevahîya cîhanê ya ku lê ji sê behra behreke xureka ku tê hilberandin tê îsrafkirin, bi milyonan însan ji ber tunebûn û hindikbûna xurekê zeîf dibin û bi nexweşîyên cûrbecûr dikevin. Ji ber vê yekê her roj bi hezaran însan canê xwe ji dest didin.  Îsraf, bêedaletîya di watê dahatê de, dagirkirina dewlemendîya welatan, kaos sedemên bingehîn ên birçîbûnê ne.”

“Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamê hevkarîya di navbera welatên ku endam in de bi qewî nake û ji bo dawîanîna li qeyrana însanî çareserîyan peyda nake “

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Sedema sereka ya mirin û kêmbûna xurekê ya li welatên ku endamên Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamê ne pêk tên kaos û alozî ye” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Digel vê yekê Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamê hevkarîya di navbera welatên ku endam in de bi qewî nake û ji bo dawîanîna li qeyrana însanî çareserîyan peyda nake. Him Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamê û him jî Bankaya Pêşveçûnê ya Îslamê ya ku armanca wê ‘pêşvebirina welatên li paş mayîn e’ mîsyona xwe bi cî nayênin. Divê li cîhanê pêşîya kêmbûna xurekê, birçîbûn û îsrafê bê girtin.Her wisa divê ew cudakarîya ku li gelek welatan ji bo beşek însan tê kirin bê girtin û di warê dahatê de edalet bê tesîskirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir