• DOLAR 34.547
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3005.461
  • ...
​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 218 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

​​​Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 26 hezar û 919 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 218 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 16 hezar û 417 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 26 hezar û 919 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir