Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 68 milyon û 587 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 68 milyon û 587 hezar û 138 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 563 hezar û 468 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 15 milyon û 591 hezar û 709 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)