• DOLAR 32.564
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2444.413
  • ...
Di navbera du malbatan de ji ber qezaya trafîkê pevçûn derket: 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer doh di wextên esir de li Taxa Fabrîkaya navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat.

Li gorî îddîayan ferdekî malbata Koyuncu dema ku ku wesayîta xwe park dikir li wesayîta malbata Kurd qelibî. Ji ber qezaya ku pêk hat di navbera terefan de pêşî nîqaş dest pê kir û dû re pevçûn derket. Ji ber pevçûna ku tê de dar û kevir hatin bikaranîn 20 kes birîndar bûn.

Ji ber îxbara ku hat kirin polês hatin cihê bûyerê midaxeleyî malbatan kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir