Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 190 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 190 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 30 hezar û 110 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 180 hezar û 312 testên ku hatin kirin de bi 30 hezar û 110 kesî re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 190 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 13 hezar û 936 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 30 hezar û 110 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)