• DOLAR 32.47
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2451.231
  • ...
`Sadullayev` Bi Rahmet Yad Dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro salvegera şehîdîya wî ye. Ew bixwe belkî hatîye jibîr kirin belkî jî na. Lê belê xebata ku kiriye nehat jibîr kirin.
Piştî şehadeta wî xayîna wiha behsê jê dikir: “Herhal me heskirîkî Xweda kuşt. Ka binêrên, nûr jê belav dibe.” Xwîna ku jê herikîbû di destê wî de lefzê “Allah” nivîsandibû. Kesên ku firseta nas kirina wî dîtibûn digotin: “Me dereng jê fêm kir.”
Berîya ku şehîd bibe dişiğulî ji bo ku bibe hafiz û Quran jiber dikir. Berê jî fakulta Fen Edebîyatî qedandibû. Di cîhada yek û duduwê Çeçen de cî girtibû û qet muslumana bi tenê nehiştibû.

Daîm bi xorta re ‘elaqe dikir û bajar bi bajar digerîya bi xorta re civîn tertîb dikir û Îslamê digot. Kesê ku carekê tenê lê guhdarî kiribe û ne zivirîbe di Çeçenistan de pir hindik in.

Temamê fikrên wî sipartîyê lefzê “Şeref”ê bun. Kesî ku vî lefzî muhafeze bike û lê xwedî derkeve ew dibe însanekî rast. Ji ber vê ji munafiqên ku bi “Rûs” re dixebitin jî ne digot “munafiq”, digot: “Yên ku şerefa xwe wenda kirine”. Ji her tiştî bêtir dixwest ku serbixwe û hur bijî. Wiha digot: “Ji me re dewleta kola nelazime. Emê dewleteke werê saz bikin ku her civak tê de hur bijî.”

Selamî Hişyar / Kelhaamed
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir