Erdogan: “Em mecbûr in ku tevdîrên nû bistînin û em ê bistînin”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derheqê tevdîrên nû yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.
![Erdogan: “Em mecbûr in ku tevdîrên nû bistînin û em ê bistînin”](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/m0P-5wUR7Z4X1EY9lJXHtb1ngWE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/48/erdogan-em-mecbur-in-ku-tevdiren-nu-bistinin-u-em-e-bistinin-cfd32529.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Erdogan derbarê mijarê de piştî nimêja înê li Stenbolê daxuyanîyek belav kir. Erdogan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Hejmara pêketîyan zêde dibe. Her wisa yên mirîyan jî zêde dibe ku ev yek me xemgîn dike.Ji ber ku li gorî maske û mesafeyê nayê hereketkirin, em mecbûr in ku tevdîrên nû bistînin û em ê bistînin.”(ÎLKHA)