• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 431 kesê din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 44 hezar û 327 kesan û bi pêketina 12 hezar û 931 kesê din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 841 hezar kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 431 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 44 hezar û 841 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  841 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir