• DOLAR 32.51
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2432.642
  • ...
Li Kabîlê êrîş: 8 mirî 31 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li Herêma Kesk a ku lê fîrmayên navneteweyî û sefaret hebûn hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 23 roket hatin avêtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Efxanistanê Tariq Arîan derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Arîan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama êrîşa ku hat lidarxistin 3 kes canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.

Hêj tu kesî êrîşa ku hat kirin negirt li ser xwe û êrîş ji ber ku berîya hevdîtina hikûmeta Efxanistanê û Talîbanê hat kirin balan kişand li ser xwe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir