Li Herêma Kurdistanê 22 kesên din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 576 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 22 kesên din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 2913 kesan; her wisa bi pêketina 576 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 91 hezaran.(ÎLKHA)