• DOLAR 32.125
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2519.523
  • ...
Nêçîrvan Barzanî: “Dr. Firset kesekî karzan û dilsoz bû”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de destnîşan kir: “Dr. Firset Sofî her ji destpêka temenê xwe ve roleke giring di nav refên Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de gêra, paşê jî weke kadroyekî pêşketî di warê karê gelêrî de xwedan rol bû, herwiha wek parlamenterekî çalak û yasazanekî jêhatî roleke wî ya berçav di parlamentoya Kurdistanê de hebû. Şarezayî, destpakî, niştimanperwerî û dilsoziya Dr. Firset ew kiribû kesekî xweştivî û cemawerî.”

Barzanî di berdewama peyama xwe de destnîşan kir ji dil ve xemgîniya xwe bo koça dawî ya Firset Sofî tînim ziman û dû re wiha got: “Piştî wergirtina posta parêzgarê Hewlêrê, pir bi dilsozî ve ji pirsgirêkên xelkê dipirsî. Gelek projeyên wî yên mezin hebûn ji bo pêşxistina zêdetir a bajarê Hewlêrê û hemû navçeyên parêzgeha Hewlêrê, mixabin mirinê rê neda ku bêtir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike.Xwedayê mezin canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û sebrê bide hemû aliyan. Kar û dilsoziya Dr. Firset Sofê herdem dê di bîra me de bimîne.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir