Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 33 hezar û 186 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 22 hezar û 572 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 22 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 925 hezar û 825 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 352 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 33 hezar û 186 kesan.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)