• DOLAR 32.537
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2433.5
  • ...
Weqfa Yetîman kampanyaya “Bot û Montek” da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Yetîman a ku ji roja hatiye damezrandin vir ve diçe bi hawara bi feqîran û nexasim ji kesên yetîm re alîkarîyê dike, vêcarê ji bo yetîman xebata alîkarîya kincan da destpêkirin.

Endamê Lijneya Îstîşareya Weqfa Yetîman Mehmet Alî Aysu  derbarê xebata alîkarîyê ya ku hat destpêkirin de daxuyanî da.

Aysu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Weke ku tê zanîn demsala zivistanê nêz dibe. Di temamê malan de ji bo zivistanê amadehîyeke şêrîn tê kirin; zarok diger dê û bavên xwe ji bo danûstandina bot, çaket û cilan derên derve. Lê belê hinek kes ji ber zivistanê dikevin mitaleyan. Lewra ew nizanin û nikarin bi çi awayî zivistanê derbar bikin. Ew kes kesên yetîm in. Ji ber vê yekê ji bo yetîm nequfilin û zivistanê germ derbas bikin me vê xebata alîkarîyê da destpêkirin.”

“Werin berîya vê zivistanê em bibin wesîleya xêran û diaya yetîman”

Aysu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji ber vê yekê ji bo yetîman kampanyayeke bi navê “Bot û Montek” dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi izna Xweda em ê bi saxîya vê kampanyayê  ji bi hezaran yetîmên xwe re bibin alîkar û em ê ji wan re bot û montekê hedîye bikin.Bi vî awayî ew ê yetîmên me nequfilin û ew ê zanibin ku ew nebêxwedî ne û ew ê ji me re dia bikin. Bi vî awayî him em ê kêfxweş bibin û him jî ew ê yetîmên me di zivistanê de germ bibin.”

Aysu di dawîya axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir da ku destekê bidin vê kampanyayê.(ÎLKHA)

 

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir