• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Hikûmeta Kurdistanê: “Em ji ber pêngava Parlemantoya Iraqê dilgiran û nerazî ne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de destxweşî li nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê dike ku helwesteke yekgirtî li hember derbaskirina yasaya dagirtina kurtanîna darayî nîşan dan.

“Me berdewam, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê amadebûna xwe nîşan daye”

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ew projeyasa li Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan û bêyî guhdana li prensîpa lihevkirin û liberçavgirtina nîgeraniyên gelê Kurdistanê derbas bû û em nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember derbaskirina vê yasayê nîşan didin.Me berdewam, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê amadebûna xwe nîşan daye.Piştî desbikarkirina kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, çendîn car niyetpakiya xwe nîşan daye û serdana Bexdayê kiriye û çendîn hevtêgihiştin û rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de hatine pêkanîn.Hikûmeta Herêmê, her dem pabendiyên xwe yên destûrî li hember dabînkirina maf û heqên destûrî yên xelkê Kurdistanê cîbicî kirine. Lewma em di vê demê de dakokî li mafên rewa yên xelkê Kurdistanê dikin, di heman demê de hemû hewlên xwe didin ji bo ku zilm li xelkê Kurdistanê neyê kirin.Biryar e di demeke nêz de civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurdistanê yên li hikûmeta federalî were encamdan û helwesta fermî û yekgirtî ya Herêma Kurdistanê were ragihandin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir