• DOLAR 32.381
  • EURO 35.066
  • ALTIN 2324.96
  • ...
Barzanî: “Aliyên siyasî yên Iraqê careke din xencer li pişta gelê Kurdistanê dan”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê bi Şîe û Sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan”

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de ji Bexdayê re bertek nîşan da û wisa destnîşan kir: “Gelek mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê bi Şîe û Sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.Ev di demek de ye ku di dema derbasbûyî de çendîn car rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatine îmzakirin, lê belê rêkeftin nehatine bicihkirin.”

“Bila nûnerên Kurdistanê li Bexda û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, pêk ve li ser vê mijarê kom bibin û bigihin biryareke hevbeş”

Barzanî di berdewama peyama xwe de destnîşan kir ew maf û daxwazîyên gelê Kurdistanê daxwaz dikin û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Em wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê ku bi bêyî ber çavgirtina bingehên hevbeşî û rêkeftinan derxistiye, bi babeteke siyasî û ji bo guvaşxistina li ser Herêma Kurdistanê û sizadana xelkê Kurdistanê dibînîn ku berevajiya bingehên hevbeşî û li hevkirin û hevsengiya di navbera pêkhatên Iraqe û cûreyeke ji tengavkirin û şerfiroşiyê. Derket jî ku wan pêşwext biryara xwe ya li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê daye û herdem bi wê lojîkê muamele li gel destûr û rêkeftinan û maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê dikin.Li vir pêzanînên min ji bo yekdengiya Nûnerên Kurdistanê li Bexda heye ku bi helwesteke hevbeş dijî wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê rawestan û ew helwesta wan cihê spasî û destxweşiye.Daxwaz ji Serokayetiya Herêm û Parlemen û Hikûmetê dikim ku ligel Nûnerên Kurdistanê li Bexda û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, pêk ve li ser vê mijarê kom bibin û bigihin biryareke hevbeş. Biryarekê bidin ku li asta berpirsiyariyê de be ji bo çareserkirina kêşeyan û di heman demê de jî kerameta miletê me bêparastin û sînorek ji bo wan karan deynin ku mebesta wan cezakirina gelê Kurdistanê ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir