• DOLAR 34.547
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3005.461
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 462 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 39 hezar û 664 kesan û bi pêketina 11 hezar û 780 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 715  hezar û 68 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 462 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 39 hezar û 664 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  715  hezar û  68  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir