Li Rihayê otobusa rêwîyan qulibî: 32 kes birîndar bûn
Otobusa rêwîyan a ku ji Silêmanîya Herêma Kurdistanê ber bi Samsûnê ve diçû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir.
Qeza derdora seat 04.30an de li 60emîn kîlometreya Riha-Wêranşarê pêk hat.
Di encama qezaya ku pêk hat de 32 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)