• DOLAR 35.354
  • EURO 36.619
  • ALTIN 2983.32
  • ...
HUDA PAR: Divê welatên Îslamê bertekeke hevpar û dijwar ji Fransayê re nîşan bidin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sûretên ku ji teref kovara Charlîe Hebdo ve hatin amadekirin û tê de qaşo Pêxemberê me Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser be) tê karîkaturîzekirin, berî vê çend rojan li bajarên Montpellîer û Touloseya Fransayê di avahîyên dewletê de hatin weşandin. Macronê Serokomarê Fransayê berî niha bi daxuyanîya ku xwe ya qustax destnîşan kiribû ew ê dev ji karîkaturîzekirinan bernedin.Macronê ku li dijî Îslamê bi şikleke eşkere şer daye destpêkirin û dijmintîya Îslamê dike û destekê dide wan kesên ku heqaret li Îslamê dike, van tiştên ku tên kirin bi navê “azadîyê” bi nav dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê jî wek Macron bêedebî û kustaxîyan dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin kêfxweş nabe û aciz dibe. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê ji vê bêedebî û bêarîya ku ji teref Macron ve hat kirin re bertek nîşan da û ew şermezar kir.

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ew pêvajoya ku tê de dijmintîya Îslamê tê kirin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jê re pêşîvantîyê dike, her ku wext derbas dibe digihêje asteke cûda. Herî dawî  sûretên ku qaşo tê de Pêxemberê me Hz. Muhammed(Silavên Xweda li ser be) tê karîkatuzekirin û ji teref kovara Charlîe Hebdo ve hatibû amadekirin li avahîyên dewletê hatin weşandin ku ev yek asta dawî ya bêhedî û bêarîya ku hat kirin ne.Ev bêhedî tê manayeke din. Ev şerê ku li hember Îslamê hat destpêkirin bi şexsê Macron bi xwe ve negirêdayî ye; ev yek polîtîkaya dewleta Fransa bi xwe ye û ev tê maneya şereke sazîmanî. Divê welatên Îslamê û temamê Mislimanan ji niha pê ve vê pêvajoyê bi vî awayî bixwîne.Ger berteke lazim ji Fransayê re neyê nîşandan, ew ê dijmintîya Îslamê ya ku tê kirin li Ewrûapyê zêdetir bibe.”

“Ew tiştên ku ji teref Fransayê ve tên kirin îlankirina herbê ye”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir; li dinyayê tu dewlet,sazî û însan di bin navê azadîya fikr û ramanê de nikare heqaret li Pêxemberan û şexsîyetên muhîm ên dîn bike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “

Ji dîn û Pêxember re heqaretkirin kîn û dijmintîya Îslamê ya ku ji teref Fransayê ve tê kirin nîşan dide. Tu kes nikare bibêje ev tiştên ku tên kirin azadîya fikr û ramanê ye. Ev tiştê ku tê kirin bi şikleke eşkere birina êrîşê li ser dîn, bawerî û şexsîyeta bi milyaran însanî ye. Her wusa tiştê ku tê kirin kîn û dijmintî ye. Ew tiştên ku ji teref Fransayê ve tên kirin îlankirina herbê ye.Êdî derket holê ku divê mesele bi şikleke cûda bê nirxandin. Divê di alema Îslamê de êdî lênihêrtina vê meselê vê guhartin. Ger welatên Îslamê  li dijî vê şerê ku ji teref Fransayê ve bi şiklekî sazîmanî hatiye destpêkirin, bertek û reaksîyoneke sazîmanî nîşan nedin ew ê li Ewrûpayê dijmintîya ku li hember Îslamê tê kirin dê zêdetir bibe. Piştî ku Îngîltere ji Yekîtîya Ewrûpayê veqetîya re qedr û qiymeta Fransayê di nav Yekîtîya Ewrûpayê de zêdetir bûye.Dibe ku bêarî û bêedebîya Fransayê ji ber vê yekê bû.Fransa û Macron dixwazin ku vê dijmintîyê li temamê Ewrûpayê belav bikin û vê yekê di nav Yekîtîya Ewrûpayê de derxin statuyeke sazîmanî.”

“Îslam li Ewrûpayê cî digire û belav dibe; bi izna Xweda ew ê di netîceya vê yekê de dewleteke Îslamî pêk bê”

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, li Ewrûpayê êrîş li Îslamê tê kirin ku sedema vê yekê jî ew e ku ji ber Îslam li Ewrûpayê belav dibe. Demîr  dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha nêzî 20 milyon Misliman li Ewrûpayê dijîn. Her ku diçe ew hejmar zêdetir dibe. Ev yek mizgînîya Ustad Bedîuzzeman e.Wî digot: ‘ Dewleta Osmanî di pey şopa Ewrûpayê de û Ewrûpa jî di pey şopa Îslamê de diçe. Îslam li Ewrûpayê cî digire û belav dibe; bi izna Xweda ew ê di netîceya vê yekê de dewleteke Îslamî pêk bê.’ Bi izna Xweda ew ê Îslam li Ewrûpayê belavtir bibe. Tiştê ku Ewrûpa û Fransayê ditirsîne ev yek e. Ummeta Îslamê ji bo şexsîyet û bawerîya Mislimanên li Ewrûpayê bê muhafezekirin rêyeke din bişopîne.”

“Ew tiştê ku li Fransayê pêk tên ji bo ummeta Îslamê rewşeke kovandar e”

Demîr di dawîya axavtina xwe de li dijî dijmintîya ku li hember Îslamê tê kirin banga yekîtîyê li Mislimanan kir û wisa got: “Ji ber ku Birêz Erdogan tiştek ji Macronî re got ew ji bo meselê îstîşare bike gazî sefîrê xwe yê li Tirkîyê kir; lê belê li dijî heqareta ku ji teref Macron ve li Îslamê hat kirin Tirkîye û welatên din ên Îslamê vê yekê nekirin û niyeta wan jî ji bo vê yekê nîne.Ev rewş bixwe jî halê ummeta Îslamê nîşan dide.Lewra heqaret li Pêxemberê me tê kirin û welatên Îslamê lazim nabînin ku ji bo îstîşareyê gazî sefîrên xwe bikim. Ev yek bi rastî jî ji bo ummeta Îslamê meseleyek kovandar û elemnak e. Divê Tirkîye û welatên din ê Îslamê li dijî Fransayê bibin xwedîyê helwesteke cûda. Di vê bergehê de dikarin balyozxane bên girtin, pêwendîyên dîplomatîk bên qutkirin, ticaret bê sekinandin û dayîna wîzeyan bên rawestandin. Divê bertek û reakîsyonên tund li Fransayê bên nîşandan da ku cardin meylî tiştekî wisa neke û da ku nema dijmintî li Îslamê bê kirin. Heta ku ev yek neyê kirin ew ê êrîş li mal, can û bawerîya Mislimanên li Ewrûpayê bê kirin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir