Barzanî û El Cerba rewşa Sûriyê gotûbêj kirin
Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed El Cerba Serokê Teyarî Xedî (Tevgera Paşerojê) Sûrî kir.
Di hevdîtina ku li Selahaddîn hat kirin de rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî yê Sûriye û rewşa aliyên Kurdî yên Sûriye û opozisyona wî welatî hate nirxandin.
Her di vê hevdîtinê de Barzanî pîrozbahiya pêkhatina bereya aştî û azadiya Sûriye kir û bi hengaveke erênî û baş wesif kir.(ÎLKHA)