• DOLAR 32.583
  • EURO 35.063
  • ALTIN 2459.274
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 31 hezar û 346 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 312 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 31 hezar û 346 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 31 hezar û 346an û bi pêketina 5 hezar û 616 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 545  hezar û 286 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 312 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 31 hezar û 346 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  545  hezar û  286  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir