• DOLAR 32.558
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2422.833
  • ...
Rûhanî rakirina ambargoya çekan nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rûhanî di nirxandina ku kir de destnîşan kir, ambargoya çekan roja yekşemê hat rakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bidawîbûna vê sînordarkirinê ji bo gelê Îranê muhîm e. Mantiqa hiqûq û qanûnê û aqilvanî  li dijî zordestîya Amerîkayê bi ser ket û bû muzaffer.

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Amerîka bi salan gelê Îranê ji heqên cûrbecûr mahrûm hişt û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ne muhîm e em ê çi qas çekan bistînin, lê belê ya herî muhîm standina heq û mafên me ye.Divê Îran di warê ticareta çekan de azad be. Piştî ku wextê ambargoyê bi dawî bû re derket holê ku Amerîka di nav 4 salan de têk çû û bi ser neket.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir