Rûhanî rakirina ambargoya çekan nirxand
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê rakirina ambargoya çekan a ku li ser Îranê dihat tetbîqkirin de nirxandinan kir.
![Rûhanî rakirina ambargoya çekan nirxand](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/N0DxLRvQ5rdbIzRWLc4pIkF4FnU=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/43/ruhani-rakirina-ambargoya-cekan-nirxand-66dc2d4a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Rûhanî di nirxandina ku kir de destnîşan kir, ambargoya çekan roja yekşemê hat rakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bidawîbûna vê sînordarkirinê ji bo gelê Îranê muhîm e. Mantiqa hiqûq û qanûnê û aqilvanî li dijî zordestîya Amerîkayê bi ser ket û bû muzaffer.
Rûhanî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Amerîka bi salan gelê Îranê ji heqên cûrbecûr mahrûm hişt û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ne muhîm e em ê çi qas çekan bistînin, lê belê ya herî muhîm standina heq û mafên me ye.Divê Îran di warê ticareta çekan de azad be. Piştî ku wextê ambargoyê bi dawî bû re derket holê ku Amerîka di nav 4 salan de têk çû û bi ser neket.”(ÎLKHA)