Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 29 milyon û 661 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 29 milyon û 661 hezar û 167 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar 6 milyon û 524 hezar û 595 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 109 hezar û 252 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 39 milyon û 593 hezar û 953 kesan.(ÎLKHA)