• DOLAR 32.501
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2423.757
  • ...
Saglam:“Bi fikr û ramanên ku di van salên dawî de derketin, hebûna Kurdan nayê qebûlkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di ziyareta ku hat kirin de Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber damezrandina partîyê, Babacanî pîroz kir û got ‘serxêrê’ be.

Piştî hevdîtina ku hat kirin re her du serokan daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan û pirsên rojnamegeran bersivandin.

Rojnamevanekî ku beşdarî civînê bûbû derheqê fikr û ramanên nîjadperest ên ku di van rojên dawî de di rewacê de ne pirsek kir.

Saglam pirsa ku hat kirin bersivand û destnîşan kir; dema ku di sala 2002yan de AK Partî hat îqtîdarê di nav gel de di warê meseleya Kurd de hêvîyek çêbû.

“Bi fikr û ramanên ku di van salên dawî de derketin, hebûna Kurdan nayê qebûlkirin”

Saglam di berdewama axavtina xwe de  destnîşan kir di vî warî de, di salên 2008-2009an de pêşveçûneke mezin çêbû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wê heyamê de dihat gotin ku êdî ew ê meseleya Kurd nema bê xeberdan û dê mesele bê çareserkirin.Lê belê ev hêvî û pêşveçûn bi fikr û ramanên dîtir ên ku derketine pêş ji holê rabûn ku bi vê yekê hebûna Kurdan nayê qebûlkirin, meseleya Kurd nayê qebûlkirin. Her wisa bi vê fikr û ramanê tê diyarkirin ev mesele bes bi çekê dikare bê halkirin.”

“Êdî em dibînin ku navê Kurdan û beşên ku tê de qala Mislimanbûyîna Kurdan tê kirin ji kitêban tên derxistin, lîstikên Kurdî tên qedexekirin, Kurd wek Tirkên ku bi eslê xwe Kurd in tên hesibandin”

Saglam di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ger rewş bi avayî berdewam bike ew ê rewş ji ya berî sala 2002yan xirabtir bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heçku di meselê de pêşveçûnek baş çêbûbû. Me bawer kiribû ku ew ê em mesele bê çareserkirin ku ji ber vê yekê civakê destekeke mezin da pêvajoyê. Lê her ku çû paşvehatinek çêbû. Êdî em dibînin ku navê Kurdan û beşên ku tê de qala Mislimanbûyîna Kurdan tê kirin ji kitêban tên derxistin, lîstikên Kurdî tên qedexekirin, Kurd wek Tirkên ku bi eslê xwe Kurd in tên hesibandin.”

“Niha tam wextê çareserkirina meseleya Kurd e”

Saglam di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, PKKê destnîşan dike ew ev bû 40 sal ji bo çareserkirina meseleya Kurd bi kar tîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ PKKê dibêje ‘Dema ku min çekan bikar anî, dema ku dengê çeka min baş derket ev dewlet meseleya Kurd tîne rojevê û ji bo çareserîyê tiştinan dike.’Lê belê niha dorhêleke sukunetê ya ku belkî berî niha qet nehatibû dîtin heye ku ji ber vê yekê tam wextê çareserkirina meseleya Kurd e.Madem rêxistin xwedîyê vê fikr û ramanê ye û vê yekê di nav civakê de bicîkiriye wê çaxê wext ku ev fikr û raman bê hilweşandin.Ger hûn dixwazin meseleya Kurd çareser bikin a niha bînin rojevê.”

“Bi pênasa welatîbûnê ya ku dê di makeqanûnê de bê kirin dê meseleya Kurd kare bê çareskirin”

Saglam di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, bi guhartina cumleyekê ya ku dê bi desteka temamê qewmên li Tirkîyê û bi desteka Tirkan bê kirin, ew ê ev mesele karibe bê çareserkirin. Saglam dû re wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “Divê neyê famkirin ku ew ê bi vê yekê dê temamê probleman bên çareserkirin;lê belê bi pênasa welatîbûnê ya ku dê di makeqanûnê de bê kirin dê meseleya Kurd dikare bê çareskirin ku ew ê bi vê yekê hebûna Kurdanê dê bê qebûlkirin.Ger ev yek bê kirin ew ê di warê çareserkirina meselê de  gavek bê avêtin. Ev rê hêj negirtî ye. Bi izna Xweda em ê di vî warî de tiştê lazim bikin.”(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir