• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 29 hezar û 349 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 279 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 349 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 29 hezar û 349an û bi pêketina 4 hezar û 830 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 513  hezar û 219 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 279 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 29 hezar û 349 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  513  hezar û  219  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir