• DOLAR 32.53
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2436.363
  • ...
HUDA PARê malbatên ku di nav wan de hisûmet hebû li hev anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nav ferdên malbata Akinciya ku ji Eşîra Metîna bû  de ji ber meselekê  berî niha dijminatî û hisûmet dest pê kiribû ku ev hisûmet û dijminantî bi navbeykarîya  HUDA PAR û Komeleya Metînayê bi dawî bû.

Ji bo lihyevanîna ferdên malbatê merasîmeke aştîyê hat tertîpkirin. Şewirmendê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel, Abdurrahman Tekdalê Serokê Navçeya Çinarê ya HUDA PARê, Alîkarê Serokê Komeleya Metîna Esad Gungorur û endamên eşîrê beşdarî merasîma aştîyê bûn.

“Keda kî di tesîskirina vê aştîyê de hebe ew şirîkê vê karê bi xêr e”

Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm û axavtina destpêkê ya merasîmê, Şewirmendê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel derheqê aştîyê de axavtinek kir û got: “Keda kî di tesîskirina vê aştîyê de hebe ew şirîkê vê karê bi xêr e. Em hêvîdar in ku cardin meseleyên wisa di navbera Mislimanan de û nexasim di navbera vê malbata me de pêk neyên. Mala her du terefan jî ava be.”

Temel di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, dema ku di navbera hinek kesan de meseleyek rû da û kesê ku efûkar be her tim efdaltir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li dîrokê mêze dikin em dibînin ku di navbera zarokên Pêxember bi xwe de jî problem rû dane. Zarokên Hz. Ademê ku bavê me ye û zarokên Hz. Yaqub zirar dane birayên xwe. Ev yek ne tiştekî ecêb e. Tiştê muhîm ew e ku em eqlê xwe bidin serê xwe û bibin ji kesên efûkar.Mêranîya esil ev e.”

“Divê îxtîlaf, feqîrî û cehaleta di nav Kurdan de bê çareserkirin”

Temel di berdewama axavtina xwe de derheqê mijarê de ji Seîdê Nûrsî mînakan da û destnîşan kir: “Ustad dibêjê 3 problemên me yên sereke yên Kurdan heye: Cehalet, feqirî û îxtîlaf.Bes çareserîyeke van heye ew jî perwerdehî ye. Asta me ya perwerdehîyê çi qas zêde be ew ê hezkirina me ya hev zêdetir bibe. Ez ji we rica dikim, hewl bidin da ku zarokên we bixwînin. Ji nava van her sê probleman yek heye ku ew jî feqîrî ye. Ji ber feqîrîyê birayên me ji bo rizqên xwe diçin bajarên rojava.Jiyana xurbetê ne bes e di ser de ew li wan deran tên darbkirin. Di vê meselê de para me jî heye.Ez bawer dikim ger dewlemendên herêm bi heqê wê zikata xwe bidin û ew ê rewşa feqîran parîkek be jî rihettir be. Ez dixwazim tiştekî din jî bêjim. Temamê kesên ku dengên me dibihîzin û nexasim kesên ku beşdarî vê merasîmê bûn divê ji bo riza Xweda di warê aştîyê de gav bavêjin.Di nav civakê de bûyerên mîna cinayet, erd, telaq û revandina qîzan pêk tên.Divê dema ku meseleyên wisa rû dan em ji hev re bibin alîkar û ji bo çareserîyê bixebitin.”(ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir