Li Iraqê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 9 hezar û 852 kesî
Di 24 seatên dawî de li Iraqê 62 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
![Li Iraqê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 9 hezar û 852 kesî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/0QXUgHPVkfbbFXpdp0LvSqRU3Jo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/42/li-iraqe-hejmara-kesen-ku-ji-ber-coronaviruse-mirin-derket-9-hezar-u-852-kesi-990da520.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de li Iraqê 62 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi 2 hezar û 206 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 9 hezar û 852 kesî.(ÎLKHA)