Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 37 milyon û 45 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 37 milyon û 45 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/6rrq0R5F6dBWM8j3YxqH9fdcmSU=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/41/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-37-milyon-u-45-hezari-e2d06fbf.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 37 milyon û 45 hezar û 376 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 71 hezar û 85 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 880 hezar û 747 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)